Break newsNûçeslide

Daxuyaniya ENKSê derbarî belgeya Istanbolê ya kêmnetewên Sûriyê

Yekîtî Media 6/7/2017

Di navbera 27 ta 30ê cehzêranê, navenda Ewrupî ya lêkolînên Kurdî ku baegeha wê li Berlînê ye workşopek li bajarê Istanbolê lidarxist bi navnîşana ‘ kêmnetewên Sûriyê ‘, û bi dawîbûna workşopê gelek goftûgo hat kirin derbarê belgeya ku ji vê workşopê derket, herweha navê ENKSê wek xwediyê vexwendinê hat îlankirin.

Ji bo ronîkirina vê yekê, Emîndariya Giştî ya ENKSê digel ku bizavên navenda Ewrupî bilind dinirxîne di lidarxistina van workşopan, di heman demê de tekez dike ku ENKSê ne xwediyê vexwendinan bû, herweha çend serkirdeyên ENKSê di workşopê de beşdarbûn li ser vexwndina navendê, û daxistina navê ENKSê wek kordînatorê vê workşopê ew tiştekî ne durist e.

Qamişlo 5/7/2017

Emîndariya Giştî ya ENKSê

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button