NûçeRagehandinslideUncategorized

Daxuyaniya civata Komîta Navendî ya partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriya

Daxuyaniya civata Komîta Navendî ya partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriya

Yekiti Media

Di dawiya heyva Hizêranê de komîta Navendî ya partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriya Civata xwe ya normal li darxist û tê de hin mijarên siyasî û rêxistinî gengeşekir.

Di warê rixistinî de

Tevî rewşa zehmet lê civatê rewşa rêxistinî erênî nerxand, ji ber vegera hevalên dûrketî li partiya xwe û di civatê de hate tekez kirin ku deriyê partiyê li pêşiya vegera hemû hevalan vekiriye.

Di heman warî de pilana pêşkêşkirî ji hêla komîta Siyasî derbarê li pêşxistina karê rêxistinê hate gengeşekirin da ku karê partiyê di nav gel de li pêşke ve û danûstendin li gel kesayetiyên ser bi xwe bêtir bibe da ku bighêje karên hevbeş.

Di ware siyasî de

Civatê pêşhatên siyasî derbarê rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa Kurdî bi şêweyekî taybet gengeşekir, û gihşte .. ku ta vê gavê rêjîm çareseriya siyasî û hemû biryarên Navdewletî yên girêdarewşa Sûriyê red dike, û bi taybet biryara 2254 û tekeziyê li ser çareseriya leşkerî dike û rewşa aloz ya abûrî ku Sûriyê li rast hatiye paşguh dike û bi taybet zehmetiyên ku welatî li rast tên ji ber nizmbûna nirxê lîreya Sûrî li hinber Dolar.

Endamên civatê metrsiya xwe derbarê verzkirina yasaya Qeyser ji hêla Emerîk diyar kirin ku ew yasa encamên nerînê li ser welatiyên Sûriyê bike.

Gelê Sûrî yê ku di bin asta xizaniyê de dijîn êdî ne ma xwe li hinber van kirîzan digre û ji ber wê tevger li kolanê hin parêzgehan vejîn dibe mîna parêzgeha Siwêda û Deraa li dijî sitemkariya rêjîmê ya ku bi lêdan û eşkence û binçavkirinê bersivê dide, weke metrsiyekê ku ew tevger li tevaya Sûriyê belav bibe.

Li hinber vê rewşa xerab ta niha rikberiya Sûrî ne li ser heve û nakokiyên wê zêde dibin bi taybet desteya dan û stendinan, derbarê vê yek civatê xwest ku bercewendiyên gelê Sûriyê bingeha karê wan be û ji nakokiyan dûr bikevin.

Derbarê van nakokiyan civatê helwesta Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bilind nirxand bi taybet hewldanên wê ku desteyê dan û sendina li ser hev bimîne.

Civat bi dirêjayî li ser  dan ûstendinên di nabera ENKS û partiyên Yekîtîya Niştimanî ya Kurd rawestiya û têkgihiştinên ku herdû aliyan ragihand bû li ser nerîna siyasî û destnîşan kirina rêkeftina Dihokê weke bingekê ji  dan û stendinê re bi erênî nirxand û di heman mijarê de rola Emeîka û piştgirya  serok Mesûd Barzanî û serokê herêma Kurdistanê Nîçirvan Barzanî da ku ev dan û stendin serkeftî bin sipas kir.

Derbarê helwesta hin kesaytiyên pêkhata Erbî derbarê dan û stendinên Kurdî civata komîta navendî dilgiraniya xwe ragihand û tekezî li ser helwesta ENKSê kir ku ev dan û stendin ne li dijî tu aliyî ye, û ev yek di navbera Kurdên Sûrî de ye dûrî partiya Karkirê Kurdistanê PKK ye da ku deverên Kurdî werin parastina û behane ji tu aliyî re ne mînin û ezmûna Efrînê û Serê Kaniyê û Girê Sipî dûbare ne be.

Heman civatê rewşa Efrîn Serê Kaniyê Girê Sipî giftûgo kir û tê de doz li civaka Navdewletî kir ku fişaran li girûpên çekdar bike da ku binpêkirinên xwe di derheqê sivîlan de bi dawî bikin û rê bidin ku pinaber vegerin li ser mal û samanên xwe, di heman mijarê de civatê dilgiraniya xwe derbarê na aktîv kirina komîta vegera penaberan ya ku di navbera ENKS û Hevbendiyê de hatibû damezrandin ku dibe sedema gohertina dîmoxrafî li wan deveran.

Derbarê kirîza abûrî ya ku deverên Kurdî li rast tê, civatê rêveberiya PYD tewanbar kir ji ber ku dahetên deverê di bin kontrola wê de ye û ew tu çareseriya na bîne.

Li ser karê Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS komîta Navdendî tekezî li ser bi hêzkirina ENKS kir bi taybet di nav gelê Kurd de û doz parastina yek rêziya wê kir.

Li ser hin daxuyaniyê li ser malpera civakî di navbera hevalên partiya Yekîtî û yên  partî Dîmuqratî Kurdistanî PDKS de civatê tekez kir ku ew yek nakeve bercewendiyên herdû aliyan ku alîgirên hevin di ENKS de û derbarê vê yek komîta navendî biryar da ku hevlaên partiyê dûrî van daxuyaniya bi kevin û têkiliyên partiyê li gel hemû alîgiran û bi taybet yên ENKS bi parêzin û bi hêztir bikin, û tekezî li ser hevdîtinan di navber pêkhatên ENKS kir da ku têkilî bi hêz tir bibin.

Di dawiya civatê de komîta navendî doz li hemû welatî û neşteciyên deverê kir ku xwe bi parêzin ji belavbûna veyrûsa Korona covid19 , û doz li aliyên Navdewletî û rêxistinên Mirovî kir da ku alîkariyên Mirovî ji welatî û neşteciyên deverê re pêşkêş bikin.

 

Komîta Navendî ya Partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriya

 

  

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button