NûçeRagehandinslideUncategorized

Daxuiyaniya damezrandina Eniya Aştî û Azadiyê

Yekiti Media

Daxuyanî

Ragihandina damezrandina Eniya Aştî û Azadiyê

Di encama nêzîkbûna nerînên siyasî û karên hebeş di dema bûrî de, Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS û Rêxistina Asûrî ya Dîmuqrat û Şepêla Elxed ya Sûrî û Encumana Erebî li Cezîrê û Ferat hijmarek civat di heyvên bûrî de li darxistin bi armanca hevrêziya kedê, da ku  çareseriyeke siyasî ji Sûriyê bê dîtin û welat ji vê newala kûr ya ku bi ber ve di şemite bê parastin, bi sedema astengiyên û metrsiyên hebûnê yên Rêjîm wan di afirîne bi serişkiya xwe ku çareseriya di riya ewlehî û leşkeriyê bi tenê dibîne.

Wan civatan encam da bi lihevkirinê li ser ragihandina damezrandina Eniya Aştî û Azadiyê di civata fireh de ya ku di 28 Temûza 2020 de hat li darxistin, hate Ragihandin bi berpirsiyariyeke bilind ku çavkaniya wê xwesteka hevbeşe di pêşkêşkirina xizmetê ji piresgirêka gelê me re, û pabendiyê bi hevkarî û hevpeymaniyê da ku em bighêjin baştirên pêşroj ji bo Sûriyê.

Eniya Aştî û Azadiyê çarçoveyeke ji hevpeymaneke siyasî re di navbera hin hêzên siyasî li Sûriyê yên ku xebatê dikin ji bo avakirina rêjîmeke dîmuqrat piralî ne navendî ku rûmet û azadiya Sûriyan di parêze, ku cihê terror û tindirewiyê û paşguhxistinê bi hemû şêweyên xwe tê de tune be, li gor piransîpên nerîna hevbeş ya Eniyê, û destê Eniyê dirêjkiriye ji diyalok û karê hevbeş re bi hemû layên rikberiyê re da ku piştgir be ji keda hemû hêzên Niştimanî yên rikberiyê û layên Navdewletî û Herêmî re yê ku armanca wan ku keyşa Sûriyan bi dawî bikin di riya çareseriyeke siyasî re li gor biryarên Navdewletî ji bo çareserkirin pirsa Sûrî, û li vê derê em tekez dikin ku tu bandora vê hevpeymanê li ser berdewamiya endametiya  aliyên damezrêner di çarçove û dezgehên siyasî yên Sûrî tu neye û karê wê tê weke tewawkirina karên hevbeş.

Enî ji nerîneke pêşketî ji şirovekirina rewşa heyî li Sûriyê bi pêş ve diçe û kar dike ji bo avakirina bingeha destûrî li Sûriyê, û ber bi çav taybetmendiya her pêkhatekî û mafên wî yên netewî û dîmuqratî digre, ta gihiştina dewleta hemwelatiya rasteqîne, dewleta ku dadwerî û azadî û wekhevî tê de cih digre ji bingeha ( Sûriya welatê hemiya ye, û cihê hemiya tê de heye.)

Eniya Aştî û Azadiyê piştgira ji çareseriya siyasî li Sûriyê li gor rewatiya Navdewletî û di serî de biryara Encumana Ewlkariyê 2254, û daxuyaniya Cinêv1 yên ku hêviyên gelê Sûriyê bi cih dikin di guhertineke dîmuqrat de ber bi rêjîmeke ku rêzê ji mavê Mirovan û ji guhertina sivîl ji desthilatê re û serweriya Yasaye re digre li gel parastina yekrêziya xaka Sûriyê.

Eniya Aştî û Azadiyê nerîna xwe li ser pêşeroja Sûriyê û bingehên karê xwe di qonaxa têde di du pelan de ( Siyasî, Rêxistinî) kortkir, û ji hêla aliyên damezrêner ji Eniyê re di vê civata fireh de ku di riya malperên civakî û di riya Internêtê ji ber metrsiya veyrûsa Korona covid19 hatiye li darxist pesend kir, û wê pelê siyasî di riya malperên civakî re û alavên ragihandinên re belav bike.

Di dawiyê de em sozê didin gelê xwe ku emê wefadar û dilsoz bin ji bo xizmeta wî û kar bikin li gel civaka Navdewletî ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûrî re ku pê dawiya  sitemkariyê were û rûmeta gelê Sûrî û mafê hemû pêkhatan bê parastina.

Eniya Aştî û Azadiyê

28 Temûz 2020

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button