Break newsNûçeslide

Daqoq: Pêşmergeyek şehîd bû û 3 birîndar bûn

Yekîtî Media 6/8/2017

Bombeyeke çandî ya çekdarên DAIŞê bi otombîla Pêşmergeyên Fewca Kakayiyan de teqiya û di encamê de Pêşmergeyek şehîd bû û 3 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

îro li navçeya Til Hemedê ya ser bi Daqoqê ve (li başûrê Kerkûkê) dema Pêşmerge di erkê xwe ya yasayî de bûn, bombeyek bi otombîla Pêşmergeyan de teqiya.

Hat zanîn ku di encama teqîna wê bombeyê de, Pêşmergeyê bi navê Sîrwan Mecîd Kakayî ku xelkê bajarê Kerkûkê ye û 3 Pêşmergeyên din yên Fewca Yekem ya Kakayiyan birîndar bûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button