Break newsNûçeslide

Daîşê Mari’h Bi 23 Maşînên Bumbekirî Armanc Kir Û Rewşa Mirovî Gelekî Xirabe

Îro Hevbendiya Niştimanî kongirek rojnamevanî lidar xist li ser rewşa meydanî li gundewarê bakurê Helebê bi awayekî giştî û li bajarê Mari’hê bi taybetî ku tûşî êrîşên teroristî yên hovane dibe ji aliyê rêxistina DAÎŞê.
ew kongir li bajarê Xazî Entab li Tirkiyê hat lidarxistin bi pişkardiya Usama Tilco endamê Hevbendiyê û heryek ji Muder Necar fermandarê leşkerî yê meydanî li eniya Mari’h, û Ebû Firas Elhelebî çalakvanê mediyakar.
Di daxuyaniya kongirê rojnamevanî de girîngiya şerên gundewarê bakur hat tekez kirin, ji ber ku ew ardû û destpêkera Şoreşê ye ku yekemîn xetîra Şoreşê li Heleb destpê kiriye, herwiha ew giringtirîn hêla rê û pêgehadina Şoreşa Sûrî ye.
Daxuyaniyê bal kişand ku şerê niha yê ligel DAÎŞê hat piştî nekarîna rêjîmê û mêlîşên tayifeperist yên hevalbendê rêjîmê û şikestina hewlên wan yên kontrolkirina navçeyê, tevlî bikarînîna sercem alavên çek û teqemeniyan tevlî yên qedexekirî.
Daxuyaniyê got ku şerê li dijî DAÎŞê pir gur e, û bajarê Mari’h bitenê rastî 23 maşînên bombekirî hatiye, û du caran gazên jehrewaî hatine bikaranîn, yekemîn car heman roja bikaranîna rêjîma Esed li berî du salan di Xûta Şamê de.
Her weha di daxuyaniyê de hat ku rêxistina DAÎŞê êrêşên xwe zêdetir kirine li ser gundewarê bakur piştî ragihandina Odeya Oparisyonên Rizgarkirina Helebê ji destê hêzên Esed.
Herwiha daxuyaniyê mixabiniya xwe anî ziman derbarê guhnedana navdewletî bi rewşa mirovî li gundewarê bakurê Helebê, eger bê pîvan bi êrîşa DAÎŞê li ser Kobanê, tevlî mezinbûna bobilatê û koçbariya mezin ya xelkê wê ji ber agir û dojeha rêjîm û DAÎŞê.
Daxuyaniyê amaje kir ku niha xelkên sivîl li çolê di nav daran de dimînin, herwiha sînor li pêş wan biyekcarî girtî ne, û hîç pêdiviyên jiyanê nînin ( ne xwarin û ne derman û nejî xêvetên penaberan û ne alavên xweparastinê ji çekên kîmawî).Jêder:Hevbendî 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button