Break newsNûçeslide

Da’iş Fermanê Dide Xelkê ku ji Reqayê Derkevin

Yekîtî Media 26/3/2017

Rêxistina Daiş ferman da akenciyên Reqayê ku ji bajêr derkevin ji ber metirsiya hilweşandina bendava Tebqa ya li ser çemê Ferat, li gor çalakvanan.

Çekdaran got êrîşên esmanî yên hevpeymaniya navnetewî bendava Tebqa lawaz kirine, û asta avê li pişt bendavê bilind dibe. Bendav derdora 40 km li rojavayê Reqqa ye.

Gurûpa çalakvan a bi navê (Reqqa di Bêdengiyê de tê Serjêkirin) got xelk ji bajêr direvin.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye, îro yekşemê ragihand ku bendava di bin destê Daiş de kar nake û sedem ne diyarin.

Herdû gurûp pala xwe didin ser kesên xwecihî ku ji bo wan qaçaxiya agahiyan ji navçeyên di bin destê Daiş de dikin.

Ev raport hatin di demekê de ku opozisyona Sûrî bang li hevpeymaniya navnetewî kir ku armanckirina navçeyên sivîl li derdora bajêr rawestîne.

Hevpeymaniya niştimanî ya Sûrî di daxuyaniyekê de got ew bi xemin li dor bilindbûna ziyanên mirovî di helmeta dijî gurûpa Daiş de.

Opozisyon dibêje ew bawerin hevpeymaniya navnetewî di pişt êrîşa esmanî de ne ku roja 21 vê mehê bi kêmanî 30 kesên sivîl kuştin ku li dibistaneke derveyî Reqayê diman.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button