Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Cubêr bo opozîsyonê: Beşar Esed di qonaxa veguhastina siyasî de dimîne

Yekîtî Media 7/8/2017

Wezîrê Derve yê Siûdiyê ji opozîsyona Sûriyê re gotiye, Serokê Sûriyê Beşar Esed di qonaxa veguhastina siyasî de dimîne.

Li gor ajansên Rûsî ku li ser zarê hin berpirsên opozîsyona Sûriyê belav kirine, Wezîrê Derve yê Siûdiyê Adil Cubêr ji Desteya Bilind a Danûstandinan a opozîsyonê re gotiye, Beşar Esed dê di qonaxa veguhastina siyasî de bimîne.

Cubêr ji opozîsyonê re pêşniyar kiriye, ku pêwîst e Desteya Bilind a Danûstandinan li bijardeyên din bigerin û helwestekê bigirin ku Beşar Esed di qonaxa bê de bimîne, yan jî welatên bihêz dê bêyî opozîsyonê çareseriyekê ji Sûriyê re danin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button