Break newsNûçeslide

CPJ ya Amerîkî doz li PYD kir ku Berzan Husên yekser azad bikin

Yekîtî Media 1/7/2017

Rêxistinek Amerîkî daxwaza azadkirina Nûçegîhanê Zagros TV Berzan Husên dike. Komîteya Parastina Rojnamevanan CPJ, ku rêxistinek Amerîkî ye û bingeha wê ya navendî li Newyork e, daxwaz ji PYD dike, ku yekser nûçegîhanê Zagros TV li Berzan Husên azad bike.

Komîteya Parastina Rojnamevanan CPJ dilgiraniya xwe, hemberê girtina Berzan anî ziman û daxwaz ji PYD kir, ku yekser ew bête azadkirin.

Nûçegihanê Zagros TV Berzan Husên, roja 13ê Gulanê 2017 ji alî Asayişa PYD li Rimêlan hatibû desteserkirin û heta niha tu agahî derbarê çarenivîsa wî nînin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button