Break newsNûçeslide

Ciwanên Şoreşger yên PYD nivîsgeha partiya Yekîtî li Qamişlo şewitandin

Yekîtî Media 3/3/2017

Girûpa ciwanên şoreşger yên girêdayî PYDê nivîsgeha partiya Yekîtî ya Kurd li rojhilatî Qamişlo ( navenda Silêman Adê ) şewitandin.

Xelkên taxa Meyselûn ji Yekîtî Media re ragihandin, ku girûpek ji ciwanan ku navê ciwanên şoreşger lixwe dikin û girêdayî PYDê ne êrîşî nivîsgehê kirin û keresteyên wê şewitandin, û nivîsgeh şewitandin bi parastina asayişa PYDê.

Herweha li bajarê Dirbêsiyê, alîgirên PYD êrîşî nivîsgeha xwecihiya ENKSê kirin û alaya kurdî daxistin xwarê, û hin keresteyên nivîsgehê şikenandin.

1 2 3

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button