Break newsNûçeslide

Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê ve êrîşî nivîsgeha partiya Yekîtî li Qamişlo kirin

Yekîtî Media 2/12/2016

Ciwanên Şoreş yên bi ser PYDê ve, îro li bajarê Qamişlo, êrîşî nivîsgeha partiya Yekîtî ya Kurd li rojhilatê Qamişlo kirin, û hemû kelûpelên nivîsgehê şikandin û cam hilweşandin.

Herweha durişmên lidijî ENKSê û li dijî serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bilind kirin, û ew bi kesên xayin bi nav kirin.

Îro demjimêr 3 piştî nîvro, hejmarek ji ciwanên şoreşger yên PYD êrîşî mangirtina ENKSê kirin, û tundûtîjî li dijî xwepêşanderan bikar anîn, û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

 

Wêne : êrîşa ciwanên şoreşger li ser nivîsgeha partiya Yekîtî ya Kurd

1342

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button