Break newsNûçeslide

Ciwanekî Kobanî di dema kar de ji ser xanî ket û jiyana xwe ji dest da

Yekîtî Media 11/8/2017

Ciwanekî ji Kobanî li Hewlêrê dema karkirina li avahiyekê, ji bilindahiyeke 3 metran kete xwar û ji ber birîna xedar, jiyana xwe ji dest da.

Dr. Amanc Ebdulkerîm ragihand, xortê ji Rojavayê Kurdistanê ji bilidahiyekê ketiye xwarê û serê wî birîndar bûye û li nexweşxaneyê bi dirêjahiya hefteyekê hatiye dermankirin, lê ji ber xedarbûna birîna wî, roja çarşemê jiyana xwe ji dest daye.

Navê wî xortî Ehmed Semîr Îbo ye û xelkê gundê Burazî yê ser bi Kobaniyê ve ye, Çend sal bû hatibû Başûrê Kurdistanê û karkerî dikir.

Herwiha Ehmed Semîr Îbo bûbû sal û nîvek zewicîbû û bavê keçekê bû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button