Gotar

Çîroka Kurdên Roavayê Kurdistanê!

Ji roja ku Ocalan-PKK, îradeya kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê binpê kirin, girtin destê xwe, daxwazên kurdan li ser axa wan a milî ketibû tehlûkê. Pêşî gotin, “ev ne axa kurdan tenê ye. Ya hemû miletên li vir dijîn a wan e, ji ber wê em rêxistinek milî a kurdan nînin. Em hareketık damıokratik, ekolojîk û mafê jinê yê demokratik diparêzin. Em dijî xwestinên milî ne, em dij felsefa nasyonalî ne.”Di programê PKK’de jî ev mijar wek; “Li ser axa Sûyeyê beşekî Kurdistanê tine ye. Kurdên li Sûrîyeyê dijîn, ji serhildanên Bakurê Kurdistanê penaber bûne vir. Sûrî ne dewletek dagirkar e” derbas dibû! Wan jî li gor vê, bi rejîma Sûrîyeyê re li henber hêzên dijî rejîmê şer kir û sûrîye parastin. Di vê armancê de, di ber axa ne Kurdistan de bi dehhezaran zarokên kurdan cangorî bûn û birîndar-seqet man. Li henber êrîş û dagirkarîya dewleta Tirkiyeyê jî şer nekirin û bûn sebeb ku Kurd ji %40 axa kundan wenda bibe û Kurd mecbûr bûn ku ji van deveran koçber bibin. İradeya vî beşe Kurdistanê girtin destê xwe. Nehiştin ku Kurd liser axa xwe, xwe birêve bibin û xaka xwe biparêzin. Bi her metodê li henber dijberên xwe tevdegerîyan. Ew girtin, dan kujtin, avêtin zîndanan, ofîsên wan û ala Kurdistanê şewitandin. Bi darê zorê zarokên wan revandin û kirin şervanên xwe. Kirin ku hejmarek mezin ji kurdan axa xwe terk bikin û penaber bibin.Ereb anîn û liser axa kurdan bicîh kirin. Ji dervê kurdan bi herkesî re tifaq çêkirin, lê Kurdên ne ji wan, wek “dijmin” kirin hedef.Di hedefên xwe yên sîyasî de ticarî bahsa mafê kurdans û Kurdistanê li ser axa Roavayê Kurdistanê nekirin. Navê Roavayê Kurdistanê kirin “bakûrê Sûrîyeyê” û bikaranîna navê Kurdistanê ji vî beşî re qedexe kirin. Li dij daxwazên kurdan yên milî helwest danîn û her daxwaza; “Sûrîyek demokratik, mafê jinê, kanton, objektif entegrasyon, biratîya gelan û ekolojîya demokratik” kirin. Di van hedefan de ji bo kurdan tiştek tinebû.Piştî hilweşandina rejîmê, berî herkesî wan ala Surîye li herêmên xwe dardakirin û hebûna van hêzên destbixwîn û desthilatdarîya wan qebûl kirin.
Me demekê ji xwestinên durzîyan-museyrîyan û hêzên navnetewî hêvî dikir ku ewê ligor daxwazên wan “Sûrîyek nû” bêt avakirin û mafê kurdan jî bêt parastin. Mixabin derket holê û vekirî ji me re gotin “evên ku nûnertî xweserîya demokratîk dikin, xwe berpirsîyarê tenê Kurdan nahesibînin, xwe parêzgerên herkesî dibînin û ji bona kurdan li ser axa Roava Kurdistanê statûyê ji kurdan re red dikin, xwe parêzerê sîstemek demokratîk li Sûrîyeyê dibînin, em çi bikin!”
Colanî yê peyayê tirkan û terörîstên destbixwîn, ji dervê serkêşê HSD Mazlûm Abdî pêve ti Kurd muhatap negirt û bi Mazlûm Abdî her rewşa hêzên leşkerî guftûgo kir. Rojek jî di van guftûgoyan de li ser statûyek sîyasî ji kurdan re nûçeyek derneket û dîyar nebû ku ev çi dixwazin. Her gotin “em Sûriyek demokratîk, nenavendî” dixwazin û li gor vê stratejîyê çawayîya hêzên HSD gutûgo mleşandin.
Li pişt perdê bi navbênçîya dewletatirkan-Ocalan gelek peyman veşartî îmzekirin û îro ev peyman yek biyek bicîn tên. Li ser vî beşê Kurdistanê jî îhtîmala ku Kurd statûyekê bidest bixin hebû. Mixabin ev ket tehlûkê.
Colanî, bi tena serê xwe, xwe kir “serokkomarê Sûrîye”yê, ji xwe re rêveberîyek avakir, destûrek çêkir, di nav têkilîyên navdewletî de jî hewlên “meşrûbûnê” davêje û bê ku bi kurdan, durzîyan û museyrîyan re kombibe, li wan guhdarî bike û bi hev re destûrekê ava bikin, bi tena serê xwe biryaran distîne. Mixabin li pişt van biryaran dewleta tirkan heye û sîstemek pirbitehlûke li ser axa Sûrîyeyê bicîh dibe. Yek parêzerê vê sîstema xerab dewleta tîrkîye bi xwe ye.
Bi van metodan li ser kurdan lîstikên mezin tên lîstin û Kurd tenê van bûyeran temaşe dikin.
Şeyhmus Ozzengin/17.01.2026

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button