Gotar

Çima bi fedî diaxivin?

Şefîq Îsa  

Ew kesê nezan di dek û dolaba leyistokên siyasetê de îdî dizanin ku mebesta (Turkiya û îran û Rûsiya ) çi ye . Û her kes jî dizanê ku têkiliyên di navbera welatan de li bingihê berjewendiyan ava dibin ,ne li xewnên bedew û çîrokên qenciyê.

Ev hersê welat li gor vê rastiyê dixebitin û wek  em dizanin ku dido ji wan kurdistan dagîr kirine û hewlên wan tinekirina gelê kurd e li çarparçê kurdistanê. lewma hemû komcivînên wan ên nehîenî û ên heşkere ewe ku tu mafê gelê kurd li sûrî neyê di destûra pêşniyarkirî de .

Û xala din ku ev parçe tu pêwendî bi Deryaya sipî re nebin û ji vê xalê destpêkirin û dîmugrafiya Efrîn roj bi roj diguherin ber bi erebkirinê ve piştî Turkiya Erdoganî Efrîn radestî xwe kir bi bêdilî ji layê herdû hevbendên xwe ve îran û rûsiya .

Xalê siyan ewe ku giringiya kurdistanê bi tevayî nemînê piştî birîna pêwendiyan bi Deryayê ve û herêma kurdistanê bimînê dorpêçkirî û xeniqandî, “eborî” . Ez  dibînim çi devera ji welêt bê dagîrkirin ji çi alî ve her yek encamê didê jiber ku dagîrin dagîrkirin e ,Reş û spî têde nîne.

Lê herî seyr ku aliyên kurdî çavên xwe ji guhartina nexşeya nîşîngeriyê miç dikin çi li Cezîrê û çi li Efrînê .bi serku bi taybet ev hersê  dewletên ha heşkere dikin ku ew nahêlin ti hebûna mafê gelê kurd di destûra sûrî de hebe . Pirsa tê kirin: ma gelo çi dikê ku partiyên me çavên xwe ji van tawanên cengî bigirin û bi fedî diaxivin?!.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button