Gotar

Çima Alşeri bi HSD û Rêveberiyê re diyalogê / giftûgo pêk tîne û çima bi “ Delegat kurdî re nake?!

Dr. Mohamad Jaman

Kurdan herdem gotine em bi diyalogê re ne , li ser bingeha parastina Sûriya ke hevbeş,
û o êkanîna mafên kurdan di Sûriyake nebavendî de.
Ji bo yekrêziya mala kurd , kurd bi hemû parti û çalak vanan, bi amadebûna gelek hêzên kurdistanî û bi piştgiyake mezin ji Serok Nesûd Berzanî konferansa di bin navê « yek helwest û yek rêziya kurdî» di 26.04.25 pêk hat. Konferans bi kaxezeke daxwazên kurdan hevbeş li darket.
Piştre delegeteke kurdî hate saz kirin bi piştgiya dewletên hevpeyman.
Bi gotineke din ev kaxez û delege bûne daxwaz û navnîşana gelê kurd li Kudistana Sûriya.

Lê rêjîma şame ya nû bi serokatiya Ehmed Alşeri piştî ku hevpeymaneke seqet bi Mezlum Ebdî re imze kir, xwe siparte wê peymanê.
Sedemên ku Elşeri diyalogê dixwaze bi tenê bi HSD/ û Rêveberiyê re pêk bîne evin:
Ji ber ku hevpeyman Alşeri – Abdî bi tenê li ser tevlêbûna HSD bo leşekere Sûriyê bibe.
Mezlum tu mafên kurdan nexwest bûn.

Sedemên ku rêjîm naxwazê diyaligê bi delegeta kurdî re bike evin:
Deleget berpirsiyariya kurdan ya siyasî tev dike.
daxawazên kurdan an yên delegeta hevbeş evin:
– Sûriyake nenavendî.
– Mafên gelê kurd yên neteweyî di magzekona Sûria de werên çespandin.
– ji ber ku Rêjîm ne amedeye ku mafê kurdan qebûl bike, û baweriya Alşeri bi nenavendî û bi mafên netewan û mafên mervan nayê,
– ji ber van awan ew naxwazê diyalogê/ pêwendîyê bi delegata kurdan re pêk bîne.
Di dawiyê de pêwîste ku were gotin:
Alşeri nexawze pênasîn bo gelê kurd bike. ew dixazin ku kurd tevlî Suriyê bibin bê maf.
Li ser bingeha “ hemwelatî.
Lê piştî komkûjiê ku li bedavê li Elewiyan û di van çend rojên dawiyê de li dijî Duruziyan pêk anînin bawernakim ku Alşeri wê êrişî kurdan bike.
Wê ew neçar bibê ku hinek daxwazên kurdan pêk bîne.

Lê , Kurd wek gel li ser axa xwe ya dîrokî wê ji mafên xwe yên neteweyî ku di disturê de werin diyar kirin di Sûriyake nenavendî , jê kêm tir wê nerazîbin. An qebûl nekin.

Lê ne diyare ku dewran di van demên nêzik de wê çawa bizîvire .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button