Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Cîgirê Serokê Amerîka: Şaştiyên berê li Hember Îranê dubare nabin

Yekîtî Media

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence ragihand, ew wek serokatiya Amerîka şaşîtiyên berê li hemberê Îranê dubare nakin û xebatên gelê Îranê li dijî rêjîmê piştguh nakin.

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence li hejmara xwe tûra civakî “Twitter” zincîreyek tiwt belav kir û helwesta berê ya Amerîka li hember Îranê bi şaşî û şermezarî binav kirin û got ew şaşî careke din dubare nabin.

Pence di tiwîtekê de dibêje: “Rîveberiya ber xebat û bergîriyagelê Îranê li dijî rêjîma Îranê piştguh kir.”

Daxuyaniya Mike Pense piştî wê tê, Serokê Amerîkayê Donald Trump jî piştgîriya xwe ji xwepêşandanên li dijî desthilata Îranê nîşan dabû û gotibû, niha dema guhartina li wî welatî ye.

Ji hefteyekê ve, xwepêşandan li dijî gendelî, bêkarî û giraniya nirxan li piraniya bajar û bajarokên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dibin û tê de daxwaza mirinê ji Rêberê Komara Îslamî û Serokomarê Îranê re tê kirin û destêwerdana Îranê di welatên navçê de tê şermezarkirin.

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button