NûçeslideUncategorized

Cendirmên Tirk mendalek li Qamişlo birîndar kirin

Yekiti Media

Mendalek li gundê Xerab Kort li gundwarê bajarê Qamişlo roja Pêncşemê 20-9-2018 bi guleyên cendirmeyên Tirk birîndar ket.

Ebdulah Berzan Ehmed mendalê ku temenê wî 9 sala e di gulbarana cendirmên Tirk li ser gundê Xerab Kort birîndar ket, û ji bo nexweşxaneyên bajarê Qamişlo hate veguhestin.

Jêderkî ji malbata Ehmed ji Yekîtî Mîdiya re ragihand ku ji ber kurbûna birînên Ebdulah ew ji bo herêma Kurdistanê di riya dergehê sînorî Sêmalka re hate veguhestin jib o nexweşxaneyên herêmê.

Tê zanîn ku artêşa Tirkiyê û cendirmên wê her demekê bi girsayê êrîşî gundên sînorî li kurdistana Sûriyê dikin û welatiyê sivîl gulbaran dikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button