Break newsNûçeslide

Çekdarên PYD welatiyek li ser riya Dêrik Qamişlo binçavkirin

Yekîtî Media 1/7/2016

Şeva pêncşemê 30ê Hizêranê çekdarên partiya Yekîtiya Dîmokratîk PYD ê welatiyê bi navê Xelîl Bavê Ezîz li ser riya giştî ya Dêrikê Qamişlo binçavkir.

Li gor jêderekî ji Yekîtî Mediya re ragihand, ku dema Xelîl bavê Ezîz ji Girkê Legê vedgeriya mala xwe li gundê Gir Ziyaratê Abasa du çekdarên rûnuxumandî li ser mefreqa gundê Girê Cemalî rojhilatî Girkê Legê li ser riya Dêrikê ew binçavkirin.

Heman jêderî tekezkir ku ewan çekdaran Xelîl berve deverek nediyarkirî birin û xêzana wî li ser riya giştî li çolê hiştin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button