Break newsNûçeslide

Çekdarên PYD serokê xwecehiya ENKS li Girkê Legê binçavkirin

Yekîtî Media 17/8/2016

Sibeha îro çarşemê, çekdarên partiya yekîtiya demokrat PYD serokê xwecehiya Girkê Legê ya encûmena niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS Salih Simo binçavkirin, bi sedema lidarxistina mangirtinekê li dijî kiryarên PYD doh sêşemê li bajarê Girkê Legê.

Herweha çekdarên PYD ciwanê kurd yê bi navê Umer Salih Cemîl li Girkê Legê binçavkirin, ji ber beşdariya wî di mangirtina ku li bajêr derketibû li dijî siyaset û kirayarên PYD.

Di herdû rojên borî de, hejmara serkirde û endam û alîgirên partiyên ENKS ku ji rex çekdarên PYD ve hatine binçavkirin bêtirî 35 kes derbaskiriye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button