Break newsNûçeslide

Çekdarên PYD êrîşî nivîsgeha xwecihiya ENKSê li Serê Kaniyê kirin

Yekîtî Media 7/3/2017

Girûpek çekdarên PYDê êrîş li ser nivîsgeha Xwecihiya Serê Kaniyê ya ENKSê kir.

Xwecihiya Serê Kaniyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de ragihand, şeva borî grûpekê bi boriyên hesenî êrîşî ser nivîsgeha wê xwecihiyê kir û li xizmetguzarê nivîsgehê dan û hemû kelûpelên nivîsgehê jî şikandin.

Xwecihiya Serê Kaniyê da zanîn ku, ev êrîşa duyemîn e di mawa 3 rojan de, tevî ku Asayişa PYDê soza parastina wê nivîsgehê dabû.

Xwecihiya Serê Kaniyê ya ENKSê ev kiryar bi tundî şermezar kir û berpirsayetiya vê êrîşê xiste stûyê PYDê de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button