Break newsNûçeslide

Çekdarên PYD endamekî PDK-S li Rajoyê revandin

Yekîtî Media 9/4/2017

Rêxistina Efrînê ya PDK-S daxuyaniyek derbarî binçavkirina endamê wê Şaban Şêxo ji rex çekdarên PYD ve belavkir.

Di daxuyaniyê de hat , ku asayişa PYD li Rajo ya girêdayî Efrînê, roja 4/4/2017 endamê PDK-S Şaban Ebdilhemîd Şêxo ji mala wî li gund ew revandin û berve cihekî nenas ve birin.

Di dawiya daxuyaniyê de, PDK-S doz li rêxistinên navnetewî û hêzên Kurdistanî kir ku fişaran li PYD bikin da ku hevalên wan serbest berdin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button