Break newsNûçeslide

Çekdarên PYD bi girseyî êrîşî devera Koçerat kirin û bi dehan ciwan binçavkirin

Yekîtî Media 16/6/2017

Çekdarên ser bi partiya Yekîtiya demokratîîk ve PYD , demjimêr 1ê bi şev, êrîş birin ser gundê Girkê Dijwêr li devera Koçerat li gundewarê Dêrikê, û bi dehan ciwan ji bo leşkeriya bizorê binçavkirin.

Jêderekî ji ENKSê ji Yekîtî Media re ragihand, ku çekdarên PYD bi girseyî êrîşî gundê Girkê Dijwêr kirin û bi dehan ciwan binçavkirin, herweha ciwanên temen ji 35 ta 40 salî jî binçavkirin, û gef li gundiyan kirin yên ku ciwanên wan li Herêma Kurdistanê ne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button