Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Çawîşoglu: Bo Minbicê peymaneke me ya veşartî bi Amerîka re heye

Yekîtî Media 6/7/2016

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu ragihand ku, peyameneke wan ya veşartî ligel Amerîka li ser Minbicê heye.

Mewlûd Çawîşoglu ji rojnameya “Le Monde” ya Fransî re axivî û derbarê siberoja Minbicê de wiha got: “Ligel Amerîka peymaneke me li ser Minbicê heye. Amerîka heta niha li gor wê peymanê tevdigere û ti pirsgirêk derneketiye.”

Çawîşoglu da zanîn ku ew lihevkirin veşartiye û naxwaze di derbarê naveroka wê de ti tiştekî bêje.

Tirkiyê derbasbûna YPG û HSDê ya aliyê din yê Firatê weke xeta sor didît, lê şervanên HSD û YPGê çemê Firatê derbas kirin û xwe gihandin bajarokê Minbicê. HSDê 31ê Gûlanê dest bi operasyona Minbicê kir û heta niha çend taxên bajêr hatine rizgar kirin.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button