Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Çawîşoglu: Biçekkirina YPGê paşeroja Sûriyê dixe metirsiyê

Yekîtî Media 31/5/2017

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu dibêje, biçekkirina YPGê ji bo dahatûya Sûriyê metirsiyeke mezin e û ew wek Tirkiyê vê yekê qebûl nakin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu tevî Wezîrê Derve yê Slovenya di konferanseke rojnamevanî de got: “Derbarê biçekkirina YPGê de helwesta me zelal e. Piştevaniya bo YPGê, dahatûya Sûriyê dixe metirsiyê. Di heman demê de biçekkirina rêxistineke terorê ne tenê bo Tirkiyê, lê bo mirovahiyê metirsî ye.”

Ev daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê di demekê de tên, ku Berdevkê Pentagonê Adrian Rankine Galloway duh ragihandibû, Waşingtonê çekên sivik û otombîlên leşkerî ji HSDê re birê kir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button