Careke din Tiramp doza vekşandina Artêşa xwe ji Sûriyê dike

Yekiti Media

Serokê Emerîka Donald Tiramp carek din ragihand ku dem hatiye ku artêşa welatî wî ji Sûriyê vekşe.

Tiramp di riya malpera civakî re Tiwîter got “min li Sûriyê û Efxanistan germoliyeke mezin wergirt, û min di hilmeta hilbijartinan de soz bi dawî kirina van şera da bû” .

Serokê Emerîka di Tiwîta xwe de berdewam kir û got “dema ez bûm serok komar rêjeya DAIŞ li Sûriyê bilind bû û niha me ew rêxistin bi dawî kir ji ber vê yekê dem hatiye ku Artîşa me vegere welate xwe” .

You might also like

Comments are closed.