Gotar

ÇAND Û XEBAT

Ibrahim Ehmed

Çand tiştê ku bi gel ve girêdayî ye Filklor , Helbest , Wêje , Efsan , Destan , Cil û Berg , Pend û Şîret , Şano , Çîrok û her wiha …… Çand nasnama hebûna gela ye , gel bê çand tunye ev hêmanên me jor dane dû hev milet li ser avadibin û di riya ziman ra jî tên belavkirin û nifşên wî welatî berdewam dibin û hêdî hêdî pêş dikevin û ziman zelal û xweş û hêsan dibe ji ber vê nirînê tê gotin ziman dayîke weko kes ji dayîkê xwe dibe ji gel ji dibe . Ziman dayîka hebûna mirove weke zimanzanê cîhanî (NOAM ÇOMISKÎ ) gotiye tu hêz û deshelatdaran nikarî zimanê devkî û zarokan qedexe bikirina ev mabesta serekeye ku kurd û ziman winda nebûn û berdewamin ta roja îro ew ji du curene / devkî , durvkî / . 1- Devkî : Ew dengên ji devê her kesekî / mirovekî ku di axive wek peyam bo kesê guhdar dike têda lerz hene û her dengekî lerzek heye dihêle ji dengên din cudabibin . 2- Durvkî : Di cîhan ê de pir ziman hene her zimanekî durvên xwe cuda ne û durvên hevbeş jî di nav wan da hene . Ziman ê kurdî piştî demên dûr dirêj ji qonaxa devkî derbasî qonaxa nivîskî bûn . xebatkarê yekem (MIR CELADET BEDIRXAN ) dilovaniya xwedê lêbe kanî bû tîpên latînî bi kar bihaniya û ronahî bide ziman û gelê kurd . ji ber ku di baweriyê dabû ku parastina ziman parastina gele û li ber çavabû êrişên bi ser kurda da dihatin û çawa şoreş dihatin vemirandin . Pisgirêkên zimanî di nav bera tîpên latînî û erebî de hîn berdewamin bi hewcyî çareseriyê ye û dem di sera derbas bûye . Di rewşa kurdên roj avayê kurdistanê de cara yekem biryareke fermî ji hikometa demkî hate sitandin bi vekirina sê astên rêzimanê kurdî li zanîngeha ( EZAZÊ ) beşê zimanan . Piştî biryara sê astan vekirina peymangeha amedekirina mamosteyan li bajarê Efrînê bi rêket ji dor heftê kesî/a hemû jî berê mamostene li dibistanan bi rêve diçe ez jî di nav de me .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button