Break newsNûçeslide

Bulgaristanê sînorê xwe bi ser penaberên Sûriyê de girt

Hewlêr – Bulgaristan têlbendekê li ser sînorê xwe bi Tirkiyê re ava dike da ku pêşiya derbasbûna penaberên Sûriyê bigire.

Piştî ku hejmareke mezin ji penaberên Sûriyê berê xwe dan Bulgaristanê da ku ji wê derê biçin welatên Ewropa, Bulgaristanê karî bi rêya çêkirina têlbendekê rê li ber derbasbûna penaberên Sûriyê bigire.

Çêkirina vê têlbendê ya ku bilindahiya wê bêtirî 3 metran û dirêjahiya wê 30 kîlometir in, wê di heyama hefteyekê de bidawî were û bihayê avakirina vê têlbendê 4.6 milyon euro ye.

Bulgaristan ku ji hejartirîn welatên Ewropayê ye, bêtirî 11 hezar penaber di sala 2013an de wergirt ku pirraniya wan ji Sûriyê bûn.

Hikûmeta Bulgaristanê dibêje ku ew nikarin ji vê zêdetir penaberan werbigirin lê ev siyaseta Bulgaristanê rastî rexne û nerazîbûnên saziyên sivîl tê.

Tê zanîn, piştî ku rewşa Sûriyê aloz gellek kurdên Rojavayê Kurdistanê jî ji bona ku derbasî welatên Ewropa bibin, berê xwe dan Bulgaristanê.

Li gorî agahiyên Rûdawê, herî kêm 10 hezar kurdên Rojava li nav kampên Bulgaristanê de hene.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button