Gotar

BONEYA ROJA CÎHANÎ YA ZIMANÊ DAYIKÊ

SEÎD YÛSIF

Rêkeftî /17/11/1999/. Rêxistina UONSCO ragihand ku pabendiyê bi ahinga rojeke cîhanîyî taybet ji bo zimanê dayikê nîşan û bicîh bikin

Hizira vê ahingê weke pêşinyarekê bidestpêşxiriya ji alîyê hukûmeta Bangiladiş ê destpêkir, weke bîranîn û rêzgirtin ji bo komkujiya şagirtên ku di sala /1952/ê. Şehîd çûn li ser destên polîsên rêjîma Pakistanî yên ku xebat di ber danasînê bizimanê dayikê xwe de dixwestin

loma Komeleya giştî ya Netewa Yekbûyî xêrhatina vê hizrê kir, û biryar di sala /2007/ê de derxist, ji bo hemû zimanên yên ku miletên cîhanê pê diaxivin, û bikartînin parastî û pêkvejiyan bibin

di sala /2008/ê de û paşre ahingên
fermî bi wê rojê destpêkirin û heta niha berdewamin

TEVGERA ZIMANÊ BINGALÎ
Sala /1947/ê de. Dewleta Pakistan ê ya ji du perçeyên dûrî hev pêk tê hat ragihandin. Yek jê perçê dewleta Pakistana Rojava bû, û perçê din Pakistan a Rojhilat bû, ya ku wek wîlayetekê bi Pakistana Rojava ve girêdayî ma
Loma hukûmeta Pakistan ê ya Rojava di destûra xwe de tenê zimanê Ordî weke zimanekî ferm nîşankir, û zimanên din qedexekirin lê li hember vê biryara kotek hukûmeta Pakistan ya Rojhilat doza danasîna destûrî bi zimanê Binxalî weke zimanekî fermî xwestin, lê mixabin doza wan biserneket

loma tevgera zimanê Bingalî wek tevgerek siyasî ji rewşenbîr û çalakvan û siyasetmedaran û bi taybet şagirtên zankoya Daka yê ya li Bangiladiş ê hat damezrandin, êdî kêşe û xwepêşandanên mezin û fireh çêbûn

Rêkeftî /21/2/1952/ê. Mezintrirîn xwepêşandan li zankoya Daka yê civiyan, lê polîsên rêjîmê şagirt ji hemû aliyan dorpêçkirin, û hem bi mayinên duxanê û guleyan ew nîşankirin, û di encamê de gelek şagirt birîndar bûn, û gelek şehîd jî ketin, lê li hember vê zordariyê berevaniyên mezintir û xwepêşandanên ferehtir berdewam bûn

êdî ser dawî hukûmeta Pakistan ê neçar bû, ku danasînê bi zimanê Bingalî bike, weke zimanekî fermî û duwem, ta ku di destûrê de cîhê xwe girt
sala /1971/ê de. Pakistana Rojhilat wek dewletek azad û serbixwe di bin navê Bangiladiş ê de hat nîşankirin

ZIMANÊ KURDÎ KEVINTIRÎN ZIMAN LI CÎHANÊ YE
Ziman giringtirîn pêkhatîye li nik dîrok û cografyayê ku nasnameya gelan nîşan dike, mixabin û cihê şermezariyêye ku heta niha danpêdan( ji bilî başûrê Kurdistanê) bi zimanê heftê milyon Kurd li seranserî cîhanê tuneye, loma hêjaye rewşenbîr û nivîskarên Kurd xebat û kar û berxwedêrên mezin diber zimanê xwe de bikin, biaxivin, binivîsin, bixwînin. Di vî warî de jina kurd rolek mezin, weke dibistanekê ji hezarên salan ve lîst û hem dilîze zarokên xwe fêrî zimanê dayikê dike, û ev barê giran hilgirtîye

Di dema dawî de serokê demkî yê Sûryayê Ahmed Eşşeri’ mersûmê nemra 13 e. Derxist, wek pênasînek dîrokî bizimanê Kurdî kir, birastî gaveke başbû, lê giringe bi rengekî destûrî biryar pê derkeve, û bibe zimankî fermî, û hem bibe yê hînkariyê û di destûra Sûryaya paşeroj de cihê xwe bigre, loma xebatek mezin ji layên siyasîyan û hem nivîskar û ristivan û rewşenbîran tê xwestin, ku xebatek bê hempa û bê rawestandin bikin, çi bi nivîsînên xwe, û çi bi berhemên xwe ku bi zimanê dayikê xwe bikarbînin
Bi vê boneyê ez roja cîhanî ya zimanê dayikê, li hemû zimanên gelên cîhanê û bitaybet li zimnê Kurdî pîroz dikim, bi hêviya ku di demek nêzîk de bibe zimanekî fermî û cîhê xwe li nav zimanên gelên cîhanê bigre

Hesekê/21/2/2026

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button