Nûçeyên herêmî û cîhanîslideUncategorized

Bolton: Emerîka bê parastina Kurdan ji Sûriyê venakişe

Yekiti Media

Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Emerîka John Bolton dawî helwesta welatê xwe ji vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê aşkere kir.

John Bolton ku niha bi serdanekê li Îsraîlê ye û pirsa vekişandina leşkerên Emerîkî ji Sûriyê bi berpirsên wî welatî re guftûgo dike ragihand, helwesta Serokê Emerîka ew e, bê parastina Kurd li Sûriyê venakişin.

Da zanîn jî, ji bo wê mebestê gerentiyê ji Tirkiyê werdigirin û naxwazin ji piştî wan Tirkiye operasyona leşkerî li navçê encam bide û divê di wê derbarê de hevahengiyê bi Washingtonê re bike.

Serokê Amerîka Donald Trump di meha bûrî de biryara vekişandina hêzên Emerîkî ji Sûriyê dabû û di pêwendiyeke telefonî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan re gotibû: “Em vedikişin, Sûriye ji te re ye.”

Tirkiye jî piştî wê biryarê anîna hêzên xwe ser sînorê Sûriyê zêde kir. Lê Wezîrê Derve yê Emerîkayê Mike Pompeo got: “Emerîka kar dike da ku Tirkiye nikaribe Kurdan bikuje.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button