Break newsNûçeslide

Bo piştgiriya Kurdistanê ENKSê mangirtinê li pêşiya qunsilxaneya Amerîka li Hamborgê derdixîne

Yekîtî Media 7/10/2017

Nûneratiya Ewrupayê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê ji revenda kurdî û partiyên siyasî yên Kurdistanî û rêxistinên civaka sivîl xwest ku li pêşiya qunsilxaneya Amerîka li bajarê Hamborgê yê Almanyayê mangirtinekê lidarxînin bo piştgiriya Herêma Kurdistanê û miletê kurd.

Herweha bi mebesta rakirina dorpêçê li ser herêma Kurdistanê, û ji bo daxwazkirina piştgiriya Kurdistanê li hikûmeta Amerîkayê û Yekîtiya Ewrupayê yên ku piştgirekî xurtbûn ji herêma Kurdistanê re di şerê wê de yê li dijî rêxistina Daişê ya terorêst.

Dîrok : roja duşemê 9-10-2017 demjimêr : 11ê sibeha

Adrês : Hamborg – Almanya

U.S.Consulate General in Hamburg Alsterufer27/28

Hamburg 20354

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button