Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Bo piştgiriya dengê “Na” partiyên Bakur hevdîtin kirin

Yekîtî Media 15/2/2017

Li Diyarbekirê, şanda ku ji nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) pêk tê, serdanên xwe yên ji bo Partiyên Kurdistanî dewam dikin. Şanda ku duh serdana 4 Partiyên Kurdistanî kir, li ser referandûmê piştgiriya dengê “Na” xwest.

Şanda ku ji parlementer û rêveberên HDP, DBP û KCD’ê pêk tê, serdanên xwe yên ji bo partiyên Kurdistanî duh jî dewam kirin. Şanda hevpar, ji bo hevdîtinên li ser referandûmê, serdana Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) û Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-T) kir û banga yekgirtinê li ser dengdayînên referandûmê ji bo wan ragihand.

Partiyên Kurdistanî yên bi şanda hevpar re hevdîtin kirin, ragihandin ku, dê piştî şêwira navxweyî biryara xwe ji bo şandeyê ragihînin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button