Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Bo cara sêyem Masûm ligel Navenda Biryarê dicive

Yekîtî Media 7/9/2016

Serokomarê Iraqê Fûad Masûm îro bo cara sêyemîn ligel Cîgirên Sekreterê Giştî yê YNKê dicive, lê ti zanyariyek li ser bandora hewlên wî nehatine aşkerekirin.

Serokomarê Iraqê Fûad Masûm ku di heman demê endamê Pîlotbîroya YNKê ye, piştî kûrbûna nakokiyan di navbera baskên wê partiyê de, ligel Cîgirê Yekem û Duyem yê Sekreterê Giştî yên YNKê Kusret Resûl û Berhem Salih dicive.

Civîn û hevdîtina Masûm derbarê nakokiyên di navbera her du baskên YNKê ne.

Piştî ragihandina Navenda Biryarê di navbera baskê bi serpereştiya Hêro Ehmed û Navdenda Biryarê ya bi serokatiya her du cîgirên Sekreterê Giştî yên YNKê, nakokî kûrtir bûne.

Berê wê yekê şandeke Îranê bi hewla navbênkariyê di navbera her du baskan de dest pê kiribû, lê ew hewl bê encam bûn.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button