Break newsNûçeslide

Birîtanya biryara xwe da: 20 hezar kes!

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Birîtanya David Cameron ragihand, Birîtanya dê 20 hezar koçberan werbigre.

Serokwezîrê Birîtanya David Cameron îro 7ê Îlonê di civîneke parlamentoya wî welatî de, plana hikûmeta xwe bo wergirtina koçberan û herwiha rûbirûbûna komên çekdar ên tundrew li Sûriyeyê aşkere kir.

David Cameron got: “Hikûmeta Birîtanya dê yekem car derfeta wergirtinê bide zarok û kesên bê serpireşt.”

Cameron tekezî li ser wergirtina koçberan bi rêyên yaayî kir û da xuyakirin: “Pêşwazîkirin li koçberên sûrî bi rêyên yasayî zêdetir parêzgarî li wan dike.”

 

Serokwezîrê Birîtanya herwiha ragihand, Birîtanya dê heya 5 salên din 20 hezar koçberan werbigre.

David Cameron got: “Li gor plana hikûmetê, em dê ji îsal ve heya sala 2020an heta nêzîkî 20 hezar koçberên sûrî werbigrin.”

Cameron tekez jî kir, ku Birîtanya heya niha jî gelek alîkarî pêşkêşî koçberên sûrî kirine.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button