NûçeslideUncategorized

Bîranîna koça dawî ya nemir Barzanî li Kurdistana Sûriyê hate vejandin

Yekiti Media

Ji Dêrikê ta bi Kobanê bîranîna Çilemîn ya koça dawî ya nemir Mele Mistifa Barzanî roja Înê Li ser banga Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS hate vejandin.

Li bajarê Qamişlo vejandina herî mezin hat li darxistin tê de Gotina ENKS ji hêla Fesla Yûsif endama desteya serokatiya Encumanê hate pêşkêş kirin û têde dîroka Barzanî hate diyar kirin.

Yûsif li ser tekoşîn û xebata Barzanî ji dema şoreşa Ebduselam Barzanî te şoreşên Eylûn û Golanê axivî û qonaxên giring di jiyana wî de û  kêferata wî di ber mafê gelê Kurde anî ziman.

Di heman vejandinan de gotin PDKS jî hatin xwendin û hijmarek helbestên taybet bi vê bîranînê hatin pêşkêş kirin.

Tê zanîn ku Mele Mistifa Barzanî di 1-3-1979 an de koça dawî kir piştî dîrokeke zerîn bi xebat û tekoşînê di ber gelê Kurd de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button