Break newsNûçeslide

Bi bombebaraneke şaş a firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî hejmarek ji şervanên HSDê hatin kuştin

Yekîtî Media 13/4/2017

Şervanên Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD) li nêzîkî bajarokê Tebqa ya ser bi Reqayê ve ratsî bombebarana firokeyên cengî hatine û di encamê de hejmareke zêde ya şervanan jiyana xwe ji dest dan.

Operasyona HSDê ya ji bo dorpêçkirina bajarê Reqayê û kontrolkirina bajarokê Tebqa li rojavayê Reqayê jî berdewam e.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagonê) ragihand: “Du roj berî niha di encama bombebaraneke şaş a firokeyên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de li Tebqayê, 18 şervanên ser bi Hêzên Sûriyaya Demokratîk hatin kuştin.”

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button