Break newsNûçeslide

Bi beşdariya serokê ENKSê Ibrahîm Biro Konferansa “Serxwebûna Kurdistanê li Dihokê destpêkir

Yekîtî Media 15/12/2016

Serokê Borda Zanîngeha Amerîkî Kurdistan – Dihokê Mesûr Barzanî di roja yekem ya Konferansa “Serxwebûna Kurdistanê, rûbirûbûn û derfet” de ragihand, dixwazin di warê siyasî û akademî de nirxandina pirsgirêkan bikin û em neteweke taybetmend in û dixwazin serbixwe bibin û bê vê yekê pêşeroja me ronî nabe û hevdem jî dibine qurbaniya berjewndiyên herêman.

Herwiha di vê derbarê de Barzanî got: “Serxwebûna Kurdistanê ji Iraqê pêwîst e wek çareserî bê temaşekirin, di demekê de bawerî di navbera pêkhateyên Iraqê de nemaye û em wek welatiyên wekhev nayên dîtin, hikûmeta Iraqê jî ne serkeftî bû di dabînkirina mafên Herêma Kurdistanê.”

Barzanî hêvî xwast ku, di panelên vê konferansê de bikarin bi awayekî akademî di çarçoveya babetan de pirsgirêkan gotûbêj bikin. Barzanî amaje kir jî, pêwîst e li ser bingehên berjewendiyên hevbeş biryarê bidin.

Îro pêncemîn Konferansa “Serxwebûna Kurdistanê, rûbirûbûn û derfet” li zanîngeha Amerîkî Kurdistan –Dihokê bo gotûbêjkirina pirsa serxwebûna Kurdistanê û derfet û astengên li pêş wê birêve diçe û du rojan berdewam dibe, tê zanîn ku serokê ENKSê Ibrahîm Biro ew jî beşdar e di vî konfiransî de, û dê semînarekê pêşkêş bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button