Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Bi beşdariya 1500 çekdarên Iraqê operasyona Tileferê destpêkir

Yekîtî Media 20/8/2017

Hêzên leşkerî yên Iraqê ji 3 milan ve dest bi êrîşa ser Tileferê kirin. Li gorî zanyariyên di destê îstîxbarata Iraqê de, hejmara çekdarên DAIŞê ya li vê navçeyê, di navbera 1200 û 1500 çekdarî de ye, Tê pêşbînîkirin di nava 2 hefteyan de operasyon bidawî bibe.

Demjimêr 6ê îro danê sibê 20-08-2017, operasyona kontrolkriina navçeya Tileferê dest pê kir. Hêzên iraqî hewl didin rêya di navbera navçeya Tilefer û bajarokê Mihelebiyê de bigrin.

Hat ragihandin, ku di operasyona vê sibê de gundê Til Suban hatiye kontrolkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button