Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Berpirsekî DAIŞ li Bokemalê hate kuştin

Yekîtî Media 24/6/2017

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê kuştina berpirsekî DAIŞê li bajarê Bokemal a li Sûriyê ragihand.

Di daxuyaniyekê de, Hevpeymaniya Navdewletî ragihand ku, ji encama êrîşeke firokeya wan di 16 vê mehê de ser bajarê Bokmal ê nêzîkî sînorê Iraqê, Fewaz Mihemed Cebîr El-Rawî hatiye kuştin.

Li gor Hevpeymaniya Navdewletî ku El-Rawî xwedî kompaniyeke guhartina diravan bû û bi riya wê kompaniyê bi milyonan Dolar alîkariya DAIŞê kiriye û pare bo wan veguhastiye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button