NûçeslideUncategorized

Berpirsê hêzên Cewherî li Qamişlo di teqînekê de jiyana xwe ji dest da

Yekiti Media

Li bajarê Qamişlo berpirsê Hêzên Cewherî yên bi ser partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYDve  roja Sêşemê 4-12-2018 li bajarê Qamişlo di encama teqînekê de jiyana xwe ji dest da.

Berpirsê Hêzên Cewherî Hozan Ebû Egîd di teqîna bumbeyekê  bi otombîla wî de li ser kolana Kornîş jiyana xwe ji dest da.

Tê zanîn ku teqînên di riya bumbeyên çandî û otombîl û motosêklên bumbekirî li parêzgeha Hesekê di dema dawî de zîde bûne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button