Break newsNûçeslide

Berdevkê HSD Telal Silo dest ji kar berda

Yekîtî Media 14/8/2017

Jêderekê ji nava Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku berdevkê HSD Telal Silo dest ji kar kişand, lê behsa sedemên dest jikar kişandinê nekir.

Eqîd Telal Silo, di sala 1965 de li Raîî, li ser sînorê Tirkiyê li parêzgeha Helbê ji dayîk bûye, bi eslê xwe Tirkman e. Di sala 1985 de tevlî artêşa Sûriyê bûbû. di sala 1987 de bûbû mulazim, di sala 2004 de jî ji artêşê cuda bûbû, piştre hatibû girtin û nêzîkî 20 mehan di zindana Sêdnaya de mabû.

Hêzên Sûriya Demokratîk jî, roja 11 meha 10, sala 2015 di konferanseke rojnamevanî de hatibû ragihandin, û Telal Silo yekemîn berdevkê wê bû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button