Break newsRaportslide

Bazara bajarê Hesekê bûye cihê Qişleyên leşkerî

Yekîtî Media 10/8/2016

Li bazara bajarê Hesekê ev bûye çend roj tevger pir lawaz bûye, di encama hilmetên girtina bê sedem ya ku endamên milîsa artêşa berevaniya niştimanî ya bi ser Rêjîma Sûrî ve li dijî welatiyên kurd yên sivîl pê radibin, piştî derketina nakokiyan di navbera wan û asayişên partiya Yekîtiya Dîmokrat PYD de.

Hozan Hemê xwedanê dikanekê li navenda bajêr ji Yekîtî Media re ragihand ku tevgera kirînê li bazarê van rojan pir kêm bûye, çiku polîsên leşkerî yên Rêjîmê girtinê bigiştî dikin çi ciwan be an xwendekar be an zilam be, herweha milîsa artêşa berevaniya niştimanî yên rûnuxumandî kurdan li ser nasnameyê digrin, vê yekê metirsî li nik xelkê çêkirin ku nema dakevin bazarê, lewra bazar van rojan valabûye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button