Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Bayik: Bicihkirina koçberan li Kurdistanê xencerekî komkûjiyê ye

Yekîtî Media 7/7/2016

Hevserokê Konseya Rêveber yê KCKê Cemîl Bayik diyar kir ku nabe siyaseta AKPê ya valekirina Kurdistanê û bi cihkirina penaberan were qebûl kirin. Bayîk diyar kir ku bi cihkirina penaberan li Kurdistanê xencereke komkûjiyê ye.

Cemîl Bayîk di gotara xwe ya rojnameya Azadiya Welat de bal kişand ser projeya hikûmeta Tirkiyê ya welatîbûnê bide penaberên Sûriyê. Bayîk destnîşan kir ku tê xwestin Kurdîtî ji holê were rakirin û got, “Ne tenê Kurdên li Bakurê Kurdistanê, li Başûr, Rojhilat, Rojava û Kurdên li her derê cîhanê divê li dijî vê polîtîkaya dewleta Tirk derkevin.”

Hevserokê KCKê ragihand ku Erdogan dixwaze rêjeya rûniştvanên herêma bigûherîne û bi êrişan dixwaze Kurdistanê ji Kurdan vale bike. Bayîk anî ziman ku bicihkirina penaberên Sûriyê ya li Kurdistanê tê wateya komkujiyê.

Hevserokê KCKê Cemîl Bayîk diyar kir ku, divê hemû Kurd li hemberî vê siyaseta Tirkiyê bibin xwedî helwest.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button