Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Baydemîr: Di roja dadgeha Yuksekdagê de alîgirên HDPê ji Enqerê hatin derxistin

Yekîtî Media 5/7/2017

Berdevkê HDPê Osman Baydemîr nerazîbûneke tund li hember helwesta parêzgarê Enqerê nîşan da, ku nehîştine alîgirên HDPê bo doza Fîgen Yuksekdag li pêş dadgehê kom bibin û ew derxistin derveyî Enqerê.

Baydemîr got, ew kiryarên faşîzmê ne û ev bang li Wezîrê Navxweyî kir “Ti zererê negihînin alîgiran.”

Osman Baydemîr got: “Îro koma parêzer û mafnasan ku xwastin li pêş Dadgeha Destûrê daxuyanî bidin hatin astengkirin, ku ew bo dewleta hiqûqê tiştê herî girîng in, lê rê nehat dayîn ku daxuyanî bidin. Di roja ku dadgeha Fîgen Yuksekdag heye, Enqere ji hêla parêzgar û Wezîrê Navxweyî ve hatiye dorpêçkirin.”

Osman Baydemîr got: “Ez aşkera dibêjim, ev dorpêçî, dorpêçiya faşîzmê ye. Ez dorpêçiya bêdadî û bêhiqûqê ye. ez careke din bang li Wezîrê Navxweyî, Wezîrê Dadê û parêzgar dikim, ev bêdadî dê rojek vegere û we bibîne. Eger ji kesên ku bi zora polîsan ji Enqerê hatine derxistin, tiştek bê serê wan, sedemê vê di hiqûq, yasa, wijdan û dadê de hûn in.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button