Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî: Xwendekar û gencên me hêviya vî milletî ne

Yekîtî Media 1/7/2016

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi helkefta xula 35emîn a derçûna xwendekarên Zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê peyamek weşand.

Di peyama xwe de ku di malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye weşandin Serok Barzanî pîrozbahî li xwendekarên ku bawernameya derçûnê wergirtine, mamosta û serokatiya zanîngehê kir.

Di peyamê de Serok Barzanî balkişande ser qonaxa dijwar a îro û ya li Kurdistan û navçeyê got:

“Gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve, ji bilî hebûna astengî û gefan, kariye xweragir bê û qonaxa dijwar derbas bike û li sayeya qurbanîdanê da destkeftên mezin mîsoger bike. Gelê Kurdistanê qehremanane li beranber êrîşa terorîstan û abloqe û guvaşên cûr bi cûr da rawestaye û pêşmerge bi xwîna xwe efsaneya terorîstan şikand û cîhanê sosret kir.

Keç û kurên Kurdistanê li şerê terorîstan de mînakeke bilind ê fedekarî û jîrbûnê tomar kir ku li cîhanê de kêmwêneye û heta hetayê cihê şanaziyê ne.”

Barzanî diyar kir ku Kurdistan berevaniyê li bihayên bilindê mirovayetiyê dike û vê yekê jî pêgeha gelê Kurd li asta cîhanê de bilind kiriye û wiha got:

“Gelê Kurdistanê dost û hevpeymaniya hemû cîheke cîhanê heye ku piştevanê mafê rewayên gelê me ne. Dema eweye gelê Kurdistanê wekî mîlletên dinê cîhanê xwediyê serwerî û kiyana xwe bê, ji bo wê yekê bikarê li ser piyê xwe rawestê û berev pêşve biçê.

Her ji bo wê yekê jî pêwîste zarok û gedeyên gelê me li ser bihayên bilindê mirovdostî û niştîmanperwerî û xizmetkirina welat û bawerî bi xwe bûnê bin. Ji bo wê yekê bikarîn bibîn mînaka parastina kerameta mirov û pêşketina navçe û cîhanê.

Ji bo vê mebestê rola Mamosta û xwendekarên xweşdivî û ehlên zanistê yek alîker û bi bandor dibê.”

Serok Barzanî daxwaz kir ku bi hewla hemû aliyan asta zanista zanîngehên Kurdistanê bigihe standardên cîhanî.

Herwiha daxwaz ji kertên hikûmî û taybet jî kir ku derfeta kar û pêşketinê bidin xwendekarên derçûyî da ku pisporî û şiyanên xwe ji bo xizmetkirina welat bikar bînin.

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de got:

“Xwendekar û gencên me hêviya vî milletî ne. Xweşhalim bi serkeftin û derçûna wan û hêviya bextewerî û serbilindiyê ji bo we dixwazim.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button