Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Barzanî û Oland li Elîzê civiyan
Yekîtî Media 8/9/2016
serok ê Herêm a Kurdistanê, Mesûd Barzanî û serok ê Firansayê, Firanswa Oland îro li Elîzê, koçk a serokatî ya Firansayê civiyan.
Kombûnê yek demjimêr vekêşa û hijmarek ji berpirs ên Herêm a Kurdistanê û Firansayê amadeyê kombûn a di navber a serok ê Herêm a Kurdistanê û serok ê Firansayê bûn.
Li gor zanîyarîyan di wê kombûnê de çend pirs û tewer hatîne behskirin ji wan jî şerr ê Daişê harîkarî ya Firansayê bo hêz a Pêşmerge yê Kurdistanê û herweha gêngeşekirine li ser peywendî yên herdû alîyan û ew rewş a nû ya dever a rojhilat a Navîn û ayînde ya peywendî yên di navber a Bexda û Herêmê û berjengî yên ku li pêşî ya Herêm a Kurdistanê hene.
K24