
Barzani Sembola Niştimanî ne!
Xuyaye tevger û partiyên Kurdan û bi taybet yên bi bandor, tucarî berjewendîyên Kurdistanê di ser berjewendiyên partiyên xwe re nagirin.
Berjewendîyên xwe û tevgerên xwe di ser her tiştî re digirin. Berjewendîyên Kurdistana serbixwe û yekgirtina milletê Kurd ne di xema wan deye. Korefahmî bûne, dorpêçkirina dijminên Kurdistanê nabînin yan jî naxwazin bibînin.
Li hemberî van dijminan girîngîya tifaq, yekrêzî û hevgirtina kesayet û partîyên Kurdistanê nabînin.
Û bi taybet jî girîngîya xebat û tekoşîna kesayet û serokên mîna Mesûd û Nêçîrvan Barzanî nabînin.
Ev tevgerên ku xwedêgiravî li ser navê Kurdan derketine holê, têkbirina malbata Barzanî ji xwe re wek erkek sereke dibînin.
Têkbirina malbata Barzanî û PDK ji xwe re kirina armanc û bi wan xewn û xeyalan dijîn.
Lê tiştekî ji bîr dikin. Barzanî û PDK îro li her çar parçeyên Kurdistanê sembol in, sembolên niştimanî ne û nîşana Kurd, Kurdistan û Kurdayetîyê ne.
Tevgerên mîna PKK êdî nikarin van sembolên niştimanî ji dil û mejîyê Kurdan derêxin.
Ne ew û ne jî dewletên ku xizmeta wan dikin.
Têkçûna Barzanî û PDK têkçûna berjewendîyên Kurd û Kurdistanê bi xwe ye. Tiştê ku PKK û tevgerên din nabînin ev tişt e.
Nûrî Çelîk



