Break newsNûçeslide

Barzanî: Referandûm mafekî rewa û siruştî ya xelkê Kurdistanê ye

Yekîtî Media 5/7/2017

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, biryara gelê Kurdistanê ya encamdana referandûmê bi konsolên 7 welatên Erebî yên li Hewlêrê re ronî kir, ku biryar di roja xwe de 25 Îlona 2017an de tê kirin.

Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Roja sêşem 04.07.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Giştî yê welatên Filistîn, Îmarat, Kuweyt, Sudan, Urdin, Misir û Şahnişîna Su’udiye, li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de ku bi amadebûna Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Herêma Kurdistanê birêveçû, şanda mîhvan ji bo serketina wan ya li têkşikandina terorîstên Da’îş û rola yek alîkera wan ya li operasyona azadkirina Mûsilê destxweşiyê li Serok Barzanî û Pêşmergeyên Kurdistanê kirin, hevxemiya xwe jî li gel malbatên şehîdên Pêşmerge derbirî û hêviya başbûnê ji bo birîndaran xwestin. Her wiha rêz û pêzanîneke zêde ji bo gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbirî ku li rewşa giran ya şer û qeyrana aborî da pêşwaziya wê hejmara zêdeya penaberan kirine û asayîş û pêdiviyên wan yê jiyanê ji bo wan dabîn kirine.

Her li vê hevdîtinê de Konsolên welatên Erebî li Kurdistanê, daxwaz ji Serok Barzanî kirin ronahiyeke zêdetir di derbarê paşaroja parêzgeha Mûsilê ya piştî azadkirinê bide. Li vî derbarî de Serok Barzanî ronahî kir ku qonaxa piştî Da’îş gelek hestiyare û pêwîste rê li dûbarebûna wan bingehan bê girtin ku bûye sedema serhildana Da’îş. Her wiha balkişand li ser hewlên Kurdistanê ku berî li destpêkirina operasyonê li civîna li gel her dû aliyên Amerîkî û Iraqê daxwaz dikirin ku pêwîste li gel hebûna plana serbazî pêwîste planeke hevbeş ya siyasî û îdarî jî ji bo parêzgeha Nînowa li piştî derxistina Da’îş hebê, lê belê mixabin ew pêşniyare li ber çav nehate wergirtin û li şûna wê biryar hate dayîn lîjneyekî bilind ji bo hemahengiyê bê dirust kirin ku eve jî nehate bi cîhkirin û niha destpêkên kêşe derketinê ye.

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku her çende bi sedema hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê û bi piştevaniya hevpeymanên navdewletî, operasyona azadkirina Musilê li nêzîkî dawîbûnê ye û desthilata Da’îş li Musil bi dawî dibe, lê belê eve nayê wê wateyê ku dawî hatina Da’îş û terorê nayê û eger ew sedem neyên çareser kirin ku bûne sedema serhildan û bihêzbûna Da’îş, wê demê ne dûre teror bi awayeke din û li bin naveke din serîhilbide, ji bo wê yekê divê rê li wê rewşê bê girtin û li îdaredana wê parêzgehê de daxwaza pêkhatên wê parêzgehê berçav bigrin heta ew jî bi piştrastî û parastî bijîn û rê bi dûbarebûna wan karesatan neyê dayîn ku li ser wî xelkî da hat.

Her li vê hevdîtinê de biryara gelê Kurdistanê ji bo encamdana referandûma li Kurdistanê ya li 25ê Eylûlê xistin ber behs û Serok Barzanî bi hurî wan sedeman ronahî kir ku hana gelê Kurdistanê daye berev referandûmê hengav bavêjin. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku referandûm mafekî şer’î û siruştî ya xelkê Kurdistanê ye û pêwîste hemû aliyek rêz li wê daxwaz û mafê xelkê Kurdistanê bigrin û tekez jî li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê li rêya diyalog û bi amrazên aştiyane rêya serbixweyî û mîsogerkirina mafên xwe bi ber girtiye û ew rê jî take mîsogeriya berbest danîna li ber dûbarebûna kêşe û gengeşeyên bi xwînî ye. Konsolên welatên Erebî, li civînê de ragihandin ku bi hurî guhdan têbînî û ronahîkirinên Serok Barzanî û hevsoziya xwe ji bo xebat û qurbanîdan û daxwaza gelê Kurdistanê derbirîn.

Behskirina rewşa siyasiya Iraq û navçeyê beşekî dinê civînê bû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button