Break newsNûçeslide

Barzanî ligel serfermandarê Artêşa Amerîkayê û şêwirmendê Trump civiya

Yekîtî Media 4/4/2017

Şandeke pilebilind a Amerîkayê, ku ji Serfermandarê Artêşa Amerîkayê Josêf Dunford û zava û şêwirmendê Donald Trump Serokê Amerîkayê, Jared Kuşner û çend rayedarên din pêkdihat, îro gihîşt Herêma Kurdistanê.

Şanda Amerîkayê li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî û Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.

Şanda pilebilind a Amerîkayê doh bi serdanekê gihîştibûn Iraqê û li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re civiya bûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button