Break newsNûçeslide

Barzanî: Li Iraqê jenosid û komkujî ji beşa pêkhateyên netewî û olî bûye

Yekîtî Media 7/8/2017

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di 84emîn salvegera komkujiya Xiristiyaniyên Sêmêlê de ragihand, “Komkujiya Sêmêlê beşeke ji wan êş û karesatên ku li ser hemû xelkê Kurdistanê de hatiye û belgeyeke bihêz e jî li ser wê yekê li dewleta Iraqê de neku tenê şeraket wateya xwe nebûye, belku jenosayd û qîrkirin û komkujî beşa pêkhatên neteweyî û olî de bûye.”

Barzanî di peyama xwe de tekezî li ser parastina mafê pêkhatiyên netewî dike û dibêje: “Niha jî ku gelê Kurdistanê berev serbixweyî yê hengavan diavêje maf û daxwaziyên xuşk û birayên me yên Mesîhî li Kurdistanê li hemû qonaxan da parastî dibê û birayetî û pêkvejiyan li Kurdistanê bi hêztir dibe.”

Salane 7 Tebaxê wek roja şehîdên Xiristiyanî hatiye diyarkirin, ku di roja 7 Tebaxa sala 1933an de hejmarek ji wê pêkhateyê bikomî hatin kuştin.

Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta bîranîna roja şehîdên Kildan Siryan Aşûrî hezaran silav ji bo ruh û giyanê pakê hemû şehîdên Kurdistanê û şehîdên komkujiya Sêmêlê re dişînin ku li ser destê rejîma wê demê ya Iraqê li 07.08.1933 hate encam dan û hejmareke zêdeyê xuşk û birayên me yên Mesîhî bi awayeke dirindane hatin şehîd kirin.

Komkujiya Sêmêlê beşeke ji wan êş û karesatên ku li ser hemû xelkê Kurdistanê da hatiye û belgeyekî bihêze jî li ser wê yekê li dewleta Iraqê da neku tenê şeraket wateya xwe nebûye belku jenosayd û qîrkirin û komkujî beşa pêkhatên neteweyî û olî da bûye.

Li bîranîna 84 saliya wê karesatê ku hemdeme li gel sêyemîn salvegera êrîşa dirindaneya Da’îş ya li ser xuşk û birayên me yên Mesîhî û pêkhatên dinê li deşta Nînowa, eve dûpat dikim ku xuşk û birayên me yên Mesîhî li pêşerojê û niha û paşarojê de li êş û serkeftinan da li gel hemû pêkhatên dinê Kurdistanê hevçarenivîs û hevbeşin.

Niha jî ku gelê Kurdistanê berev serbixweyî yê hengavan diavêje maf û daxwaziyên xuşk û birayên me yên Mesîhî li Kurdistanê li hemû qonaxan da parastî dibê û birayetî û pêkvejiyan li Kurdistanê bi hêztir dibe.

Take dermana hemû êşên me û take mîsogeriya ji bo dûbarenebûna wan karesatan eweye ku berev serbixweyiyê hengavan bavêjîn.

Mesûd Barzanî

06.08.2017

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button