Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî li Davos ê: Dest ji serxwebûnê bernadin

Yekîtî Media 19/1/2017

Serokê Herêma Kurdistanê li çarçova Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê ji rojnamevanan re ragihand, sala 2016an sala serkeftinê bû û derbarê serxwebûna Kurdistanê de jî tekez kir, bi ti awayekî dest ji proseya serxwebûnê bernadin.

Barzanî amaje bi helwesta serkirdeyên cîhanê kir û ragihand, ew bi rêz li xebata Kurd dinêrin û welatên cîhanê amade ne hevkariya gelê Kurd bikin.

Derbarê şerê DAIŞê û operasyona kontrolkirina Mûsilê de Barzanî ragihand, têkşikandina DAIŞê li Mûsilê nayê wateya jinavbirina yekcarî ya DAIŞê û şerê li dijî terorê dirêj e.

Serokê Herêma Kurdistanê li Davosê ragihand jî, li ser serxwebûna Kurdistanê bi Bexdayê re guftûgo kirine. Barzanî got: “Dibe Hewlêr û Bexdayê du cîranên baş bin” herwiha amaje bi wê jî kir, ku nikarin demekê bo serxwebûnê diyar bikin.

Barzanî derbarê pêwendî û hevahengiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ragihand, hevahengî di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, zêdetir di warê leşkerî de ye.

Barzanî li ser çarenivîsa pêvajoya aştiyê li Tirkiyê ragihand, heta niha dema destpêkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyê nehatiye. Tekezî li wê yekê jî kir, ew her hewlekê bo destpêkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyê didin.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button