Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî ji bo PKK : Pêwîst bike dê bi zorê ji wir derkevin

Yekîtî Media 24/12/2016

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê hebûna hêzên PKKê li Şingalê got; “Ji bo derxistina wan eger pêwîst be dê hêz bê bikaranîn.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî konferansa “Serxwebûna Kurdistanê” ya li Zanîngeha Amerîkî ya Duhokê ji Al-Monitorê re axivî.

Derbarê hebûna hêzên PKKê yên li Şingalê de Barzanî got; “Hebûna PKKê ya li herêmê dibe sedema aloziyan. Hebûna PKKê li vê herêmê pêşiya ji nûve avakirinê asteng e.”

Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku xelkê Şingalê ji ber nîgeraniyan venagerine malên xwe û ragihand; “Xelk nizane ka piştî vegerê dê rastê çi tiştî bên. Xelk naxwaze careke din bikeve nav pevçûnan û lewma ditirsin. Divê PKK ji bo berjewendiya gel ji herêmê derbikeve.”

Li ser pirsa; “Eger PKK ji herêmê venekişe hûn dê rêbazên zorê bikarbînin yan ne?” got; “Belê.”

Serokwezîr Barzanî diyar kir, “Pêwîste gelê Şingalê bi xwe biyarê bide ka dê çawa bê birêvebirin. Ji ber vê yekê jî ew hêzên destwerdana Şingalê dikin divê li wir nemînin. Bi nêrîna me pêwîst nake, ku PKK li wir bimîne. Divê ji herêmê debikevin.”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn, ku bi berdewamî li ser vê mijarê ligel Bexdayê jî danûstandinan dikin lê heta niha di vî warî de ti gavên berçav nehatine avêtin û wiha berdewam kir:

“Heta niha derbarê birîna meaşên YBŞê de nikarim tişteke misoger bêjim. Karta destê kî dibin bila bibin, ev rewş ne di berjwendiya Bexda, Herêma Kurdistanê û Enqerê de ye.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button